Tebax 06, 2022 08:56 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Putin û Erdogan li Soçî

Serokên komarên Rûsya û Tirkiyê roja Înê li bendera Soçiyê ya Rûsyayê civiyan.

Li gorî rapora IRNA`yê, Dmitriy Peskov berdevkê Koşka Kremlînê got: Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li vê hevdîtinê pêşhatên herî dawî yên hevkariyên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Peskov xurtkirina têkiliyên dualî yên aborî û bazirganiyê, pêkanîna projeyên hevpar ên stratejîk ên di warê enerjiyê da, hinartina dexlên Ukraynayê û herwiha geşedanên li Sûriye û Qerebaxê ji mijarên girîng ên hevdîtina Pûtîn û Erdogan da zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku Komara Azerbaycanê cardin bi alîkariya Tirkiyê û pîjkirina vî welatî hin deverên din li Qerebaxa Çiya kontrolkirine û wer xuya dike Erdogan hewldide vê meselê bike mijara muamileyê ji bo wergirtina îzna êrişa Artêşa Tirk ser bakura Sûriyê ji Rûsyayê.

Serepeyv