Tebax 05, 2022 16:37 Asia/Tehran
  •  Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan çû Rûsyayê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan li ser vexwendina Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn bi "TUR"a balafira taybet di saet 13.00an da çû Soçiya bajarê Rûsyayê.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li Mala Mêvanan ya Dewletê ya Balafirgeha Ataturk Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Fermandarê Kolorduya 3yemîn Korgeneral Levent Ergun, Cîgirê 1emîn yê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Zeynel Abidîn Okul û Serokê Stenbolê yê AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe li balafirgehê Erdogan bi rê kirin.

Bi Erdogan ra Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Ticaretê Mehmet Muş, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kirîşcî, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir çûn Soçiyê.

Erdogan wê di serdana xwe ya ku wê rojek dewam bike da bi hevtayê xwe yê Rûsyayê ra biaxive, ji xeynî pêwendiyên herdu dewletan wê meseleyên herêmî û cîhanî gotûbêj bikin.

Serepeyv