Tebax 03, 2022 22:50 Asia/Tehran
  • Di hilbijartinên bê yên Tirkiyê de dengê yekemiyan wek paniya Aşîl a Erdogan e

Di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de, dê dengên yekemiyan bibe paniya Aşîlê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi gotineke din Erdogan dê dengên yekemiyan winda bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, rapirsiya meydanî ya "Enstîtuya Lêkolînê ya ORC"  berpirsên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji rikeberiyên hilbijartina sala bê nîgeran kir. Rapirsiya ku di navbera 24 û 29ê Tîrmehê de li 51 parêzgehan ji 2 hezar û 185 kesan hatiye kirin, beşeke girîng a nerazîbûna ciwanên Tirkiyê li hember Erdogan û partiya wî nîşan dide.

Li gor vê raporê, amar û bîlanço nîşan didin ku ciwanên Tirkiyê yên ku yekem car dengên xwe didin, %16 ji tevaya xelkê vî welatî yên ku mafê dengdanê di hilbijartinên sala 2023`an de hene, pêk tînin û piraniya wan jî naxwazin dengê xwe bidin Erdogan.

Ger her tişt li gorî planê bimeşe û hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di Hezîrana 2023’an de bên kirin, wê 64 milyon hemwelatiyên Tirkiyê bibin xwediyê mafê dengdanê û ji sedî 16’ê vê nifûsa mezin dê ciwan bin ku tê pêşbînîkirin ku cara yekem dengên xwe bidin. Ew 13 milyon kes in.

Di dema ku enstîtûyên rapirsiyê yên Tirkiyê amaje bi kêmbûna berbiçav a dengên Erdogan û Bahçelî dikin, di hefteyên dawî de, vekolîneke girîng di nav piraniya çavdêrên siyasî de belav bûye ku encamên hilbijartinan ji Erdogan re fukarên zav çêkirine, loma ev ye  îhtîmala bikaranîna şêwazên ecêb ji aliyê wî zêde dike da ku xwe ji têkçûnê xilas bike.

Çavdêrên siyasî gelek caran amaje bi vê yekê dikin ku Erdogan dê dest bi şerekî giran li dijî PKKê û kurdên Sûriyê bike ji bo ku têk neçe û bi hinceta rewşa awarte ya ewlehiya neteweyî û li gor desthilatên xwe yên qanûnî hilbijartinan bavêje sala 2024-an.

Serepeyv