Tebax 03, 2022 13:12 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê tenê di berjewendiya AKP-MHPê de ye

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, her operasyoneke nû li ser kurdên Sûriyê û bakurê vî welatî, tenê di berjewendiya desthilata AKP-MHPê de ye û bang li demokrasîxwazan kir, li dijî operasyonê rawestin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku nêzîkî şeş salan e di zîndanê de ye, gotarek ji medya Tirkiyê re nivîsand.

Demîrtaş got, desthilata AKP-MHP li hundir belav bûye û ew dixwazin operasyoneke nû li herêmên Kurdan li Sûriyê pêk bîne û dagîrkeriya xwe firehtir bikin.

Demîrtaş da xuyakirin, hemû aliyên navneteweyî li dijî operasyonê ne û bang li aliyên opozîsyona Tirkiyê kir jî bi yekdengî tevbigerin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.

Demîrtaş got, amadekariyên operasyonê dawî bûne û eger heye di demeke kurt de were pêkanîn û da zanîn, desthilata Tirkiyê di vê operasyonê de tiştekî winda nake, lê xelkê hejar û belengaz dê bacên giran bidin. 

Di dema dawî de Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermênan kom kirine û bi awayekî berdewam wan deveran topbaran dike.

Serepeyv