Serokê CHPê bi 120 parlamenterên xwe re li Erziromê ye
Partiya Komarî ya Gel (CHP) civîna xwe heftane ya Parlemanê li Erzeromê li dar xist. Şanda CHPê bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, bi 120 parlamenterên xwe ve piştî civîna grûpa CHPê, li Erziromê dê serdana dikandaran bike û bi rêvebirên saziyên sivîl û kesayetên ku pêşengiya civakî dikin re hevdîtin pêk bîne.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû bi 120 parlamanteran ve li bajarê Erziromê ku herî dawî CHP ji %4.4 deng wergirtibû, serdanan dike.
Kemal Kiliçdaroglu jî di axaftina xwe ya li Erziromê de bal kişand ku partiya wî girîngiya pêwîst nedaye Erziromê û loma jî pêwendiyên CHPê û xelkê Erziromê qels bûye, lê îro jî ji bo başkirina wan pêwendiyan serdana bajêr kirine.
Kilçdaroglu diyar kir ku Tirkiyê di rojên nebaş de derbas dibe û Tirkiyê dikare bi piştgiriya gelê Anatolyayê xwe ji van rewşên nebaş rizgar bike.
Di hilbijartinên herî dawî yên Parlemenê de ku di sala 2018’an de hatibûn kirin li Erziromê parlamenterên CHPê tune ne. Ji bajarê ku 6 parlamenter dişîne parlamentoya Tirkiyê, 4 parlamenter Partiya Dad û Geşepêdanê (AKPî) û Parlamenterekî Partiya ÎYÎ û parlamenterekî jî Partiya Tevgera Netewepereset (MHP) bi dest xistibûn.