Tebax 02, 2022 21:26 Asia/Tehran
  • Xuriya Meymûnanan li Tirkiyê

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li Tirkiyê 5 haletên nexweşiya Xuriya Meymûnan hatine dîtin û ji wan 4 kes baş bûne, lê kesek hîn jî di qerentînê de ye.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê ya 1ê Tebaxa 2022ê bersiva rojnamevanan da.

Koca derbarê pirsa nexweşiya Xuriya Meymûnan de got: “Heta niha li welatê me 5 nexweşên Xuriya Meymûnan hatine tespîtkirin. Ev 5 kes hatin qerentînekirin û di encama xebata me de 4 kes baş bûn, lê nexweşek heta niha jî di qerentînê de ye.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber belavbûna Xuriya Meymûnan a ku li cîhanê bi taybetî li Ewropayê xurt bûye, 21ê Temûza 2022ê Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî (PHEIC) ragihandibû.

Li gor amarên WHOyê heta niha ji 75 welatan zêdetirî 16 hezar haletên nexweşiyên Xuriya Meymûnan piştrast kirine û ji ber vîrusê 5 kes mirine.

Serepeyv