Tebax 01, 2022 11:09 Asia/Tehran
  • Xulûsî Akar bi wezîrên ukraynî ra der barê amadehiyên sewqiyata dan û dexl da axivî

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyê, Xulûsî Akar bi Wezîrê Parastinê yê ukraynî Oleksiy Reznîkov û Wezîrê Binesaziyê Oleksandr Kubrakov ra li ser telefonê axivî.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Wezaretê Wezîr Akar û wezîrên ukraynî der barê amadehiyên sewqiyata dan û dexl yên li Navenda Kordînasyona Hevpar tên kirin da axivîn.

Wezîran ragihand ku amadehiyên teknîkî temam bûn, piştî amadehiya îdarî di demeke kin da sewqiyat wê bê kirin.

Hat destnîşankirin ku xebatkarên li Navenda Kordînasyona Hevpar wezîfedar in bi hev ra bi ahengîa dixebitin ku ew ji ber hevkariya wan kêfxweş in.

Serepeyv