Piştgirîya gelê Tirkîyê ji AKP her ku diçe kêmtir dibe
Piştgirîya gelê Tirkîyê ji AKP her ku diçe kêmtir dibe û ew piştgirîya daketîye bin sedî 30yê.
Encamên çend raûirsîyan li Tirkîyê nîşan didan ku Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP di hilbijartina sala 2023yê da yê tûşî rewşeke dijwar bibe û di vî halî da Hakan Bayrakçi Serokê Navenda Rapirsîyan a Sunar a Tkrkîyê got: Di rewşa aborî ya nika ya vî welatî da û piştî 22 sal hikimdarîya AKP beşeke alîgirên vê partîyê bi dû bijareyên din digerin.
Bayrakçi herwiha got: Hejmara kesên ku di rapirsîyan da dibêjin ku yê dengê xwe nedin ti partîyeke sîyasî, jorda çûye û gihîştîye sedî 29 û sedî 30yê û eva asteke bilind û bêmînak li Tirkîyê ye.
Hakan Bayrakçi Serokê Navenda Rapirsîyan a Sunar a Tkrkîyê derbara asta dengên partîyên din ên sîyasî da jî got: Asta piştgirîya ji CHP sedî 23 heta sedî 27 e û asta dengên Îyî Partîyê jî kêmekê jorda çûye.