Tîrmeh 30, 2022 12:50 Asia/Tehran
  • Almanya: Operasyona ku li Sûriyê bê kirin, dê bibe sedema êşên nû

Wezîra Derve ya Almanyayê got “Operasyona ku li Sûriyê bê lidarxistin dê bibe sedema êşên nû. Ji ber wê jî merasrima li wir dê tenê bi kêrî rêxistinên weke DAIŞê bê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ligel hevtaya xwe Alman Annalena Baerbock li Stenbolê civiya.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê da ku li Istenbolê hat lidarxistinê, dilnîgeranbûna welatê  xwe derheq egera lidarxistina operasyonekê ji hêla Tirkiyê va li navçeyên di jêr kontrola HSDê de anî zimîn.

Di navbera her du alîyan da gellek xalên nakokîyê hene ji wan jî yên herî sereke operasyona Tirkiyê dijî Kurdistana Sûrîyê, Koçberên li Tirkiye û cibîcîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê.