Daxwaza girtina 11 endamên HDPê yên Mêrsînê tê kirin
Bi hinceta “propganadeya rêxistinê” daxwaza girtina 11 endam û rêveberên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) yên bajarê Mêrsînê tê kirin ku duh di operasyoneke ligel 10 endamên din yên wê partiyê da hatibûn desterserkirin.
Hêzên ewlekariya Tirkiye di çarçoveya lêkolîneke serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de bi operasyoneke hemwext 21 endam û rêveberên HDPê destser kiribûn, ku seroka rêxistina wê partiyê ya Mersinê Bedriye Kuş, endamên Meclîsa Şaredariya Akdenizê yên HDPê Nevzat Baran, Ali Tanriverdi, Nuriye Aslan û Mehmet Bitkin jî di nav de bûn.
Piştî temambûna karûbarên yasayî û wergirtina îfadeyan li dozgeriyê 5 kes ji 21 endamên HDPê bi mercê kontrola dadî hatine berdan û 11 endamên HDPê jî ji aliyê dozger ve bi hinceta “propagandeya rêxistinê bi mercê girtinê bo Dadgeha Cezayan a Mêrsînê hatine şandin.
Di çarçoveya hemen lêkolînê de derbarê 10 kesên din da jî biryara destserkirinê hatibû dayîn û ji bo destserkirina wan jî hêzên ewlekariya Tirkiye kar û xebat dane destpêkirin.
Hêzên Ewlekariya Tirkiye bi taybet bi nêzîkbûna hilbijartinan zext û guvaşên xwe yên li ser HDPê zêde kirine û rojane çend endamên wê bi hincetên cuda tên destserkirin. Berpirsên HDPê dibêjin hikûmet dixwaze bi vê yekê ji karûbarên siyasî yên partiya me re bibe asteng.