Tîrmeh 29, 2022 08:56 Asia/Tehran
  • Qeyrana deynkirina ji derve li Tirkiyê

Banka Navendî ya Tirkiyê ragihand ku qasa deynên derveyî yên vî werlatî ji 451 miliyar dolarî derbas bûye.,

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li gorî daneyên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynên derveyî yên vî welatî heta dawiya Adara vê salê gihîştiye 451 miliyar û 200 miliyon dolarî.

Li gorî daneyên heyî, moleta dayîna deynên navîndem a Tikriyê bi sedî 10.6 zêdebûnê di meha Gulana 2022an da, pêka meha sala pêş, gihîştiye 182.3 miliyar dolarî. Ev reqem di meha Gulana sala berê 134.5 miliyar dolar bû.

Li gorî amarên heyî, dewleta Tirkiyê heta dawiya 2022an divê 49.6 miliyar dolarî û heta dawiya sala 2023an 50.6 miliyar dolar ji deynên xwe bide ku sedî 78ê wê têkildarî beşa sivîl a vî welatî ye.