Demirtaş: Min ti pereyek ji Qedndîlê wernegirtiye
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di roja duyem a rûniştina 15an a têkildarî dosyeya bûyerên Kobanê de axivî û rexne li proseya mehkemekirinê girt.
Selahattîn Demîrtaş got “Tişta ku tê cîbîcîkirin ne yasa ye. Em bi kirdarî girtî ne. Min cezaya zîndanê ya têkildarî Dosyeya Kobanîyê derbas kiriye.
Demîrtaş di dozê de li ser wan îdiayên ku derbarê wî de di çend medyayên Tirkiye de belavbûne jî axivî ku dihat gotin ku wî ji bo propagandeya hilbijartinê 16 milyon dolar ji Qendîlê wergirtine û got:” Di rojên borî de rojnameyên Yenîşafak û Hûrriyet dû manşetên bi navên “ji Qendîlê bo Demîrtaş 16 milyon dolar derxistin”. Eşkere ye ku ev yek derew in û tiştek wiha di belgeyên dosyeyê de nîne.
Demîrtaş herwiha dibêje “Rojnameya Huriyetê nûçe weke 16 milyar dolar daye. Parêzerên min gotin ku 1 milyar dike barhilgirek pere, wê demê diviyabû ku 16 barhilgir pere ji min re hatiban. Ez pereyê xwe dixwazim. Ez ji Huriyetê pereyê xwe dixwazim.”