Tîrmeh 26, 2022 13:27 Asia/Tehran
  •  Gotinên Erdogan ser operasyona muhtemel a ser bakurê Sûriyê û girêbesta dexlûdanê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di weşaneke taybet a kanala fermî ya Tirkiyê de tevî ku êrişa ser serangeha Perexa Zaxoyê înkar kir û ew avêt sikura PKKê derbarê meselên din yên wek êrişa ser bakurê Sûriyê û veguhestina dexlûdan a di navbera Ukrayna û Rûsyayê jî axivt.

Erdogan di derbarê operasyona muhtemel a ser kurdên Sûriyê got, “Rojhilatê Firatê hîn jî di nava aloziyê de ye. Mixabin, li vir nêzîkatiyên neyînî yên Amerîkayê hene. Weke çawa ku min di hevdîtinên Madrîdê de ev tişt got, min li Tehranê jî teqezî li ser vekişîna Amerîkayê ji rojhilatê Firatê kir.”

Erdogan her wiha anî ziman, “Amerîkayê bi hezaran barhilgir çek, cebilxane û alav li wir kom kirine û hîn jî berdewam e di komkirinê de. Me ev ji Trump re gotibû, me ji Biden re jî got lê dîsa jî gaveke erênî nehatiye avêtin. Em ji xwe dest nadin (êrîşkirin) kesên ku dest nedin me.”

Erdogan li ser vegerandina Sûriyan jî anî ziman, “Me bername daniye ku li Bakurê Sûriyê 250 hezar xaniyan ava bikin. Di bin koordînasyona AFADê de bi tevlîbûna rêxistinên me yên sivîl heta niha me nêzîkî 100 hezar xanî temam kirine û berdewam dike. Niha em ê dest bi projeyeke nû bikin. Em dibêjin, divê em vegera penaberan zêde bikin.”

Serokomarê tirk li ser girêbesta veguhestina dexlûdan a di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi piştgiriya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî hat îmzekirin got, “Li ser vê mijarê ev demeke dirêj e têkilî û danûstandinên me de berdewam in. Di encamê de me li Stenbolê ji bo hinardekirina ewle ya genimê Ukraynayê ji bo bazarên cîhanê bi rêya Behra Reş girêbestek îmze kir. Erdogan di dewamê de îdia kir ku bi cibicîkirina planê dê bandorên krîza xorakê ya cîhanî ku gihîştiye rewşeke giran, siviktir bibin. Daketina bihayan dê berdewam bike. Zexta li ser welatên kêm pêşkeftî dê kêm bibe. Dê pêşî li xelayê bê girtin. Alîkariya me ya ji bo vê serkeftina dîrokî careke din girîngiya rola ku Tirkiye dikare di karûbarên cîhanê de bilîze, hat nîşandan. Rêvebirina planê dê ji Stenbolê were kirin.”

Erdogan anî ziman, “Em hesasiya pêvajoyê di êrîşa li ser Bendera Odessa de dibînin. Em hêvî dikin ku her kes xwedî li îmzeyên xwe derkeve û li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere.”

Serepeyv