Tîrmeh 25, 2022 09:50 Asia/Tehran
  • Avahiya HDP'yê ya Stenbolê hat dorpêçkirina da ku pêşî li xwendina daxuyaniya derbarê tevkujiya Zaxoyê were girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê li ber kombûna gel li ber avahiya HDP'yê li Stenbolê ku bi nîşana nerazîtiya li hemberî tevkujiya Zaxoyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê va pêk hatibû, girt.

Hejmareke endamên Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), her wiha hejmareke gelê Tirkiyê wek berteka li hemberî tevkujiya Zaxoyê lin ber avahiya HDP'yê ya Stenbolê kom bûn, lê hêzên Polîs bi dorpêçkirina wê derê û êrîşa li ser beşdaran, ew berbelav kirin.

Di vê kombûnê da, Ferhad Ocnû hevserokê ofîsa Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) ya Stenbolê, di axaftineke bi zimanê kurdî da daxwaza bidawîanîna şêrr ji aliyê Tirkiyê va kir.

Hevserokê HDP'yê yê Stenbolê got: Ev şerê qirêj goriyên xwe hilnabijêre. Hemûyan dikuje. Ev demeke dirêj e ku me daxwaza bidawîhatina vî şerî kiriye. Lê kesên ku desthilata wan ji şer û tevkujiyê ye, êrîşên xwe ranawestînin. Koka tevahiya van êrîşan, dijminatiya tev kurdan û demokrasiyê ye.

Îlek Nûr Bîrol hevseroka din a HDP'yê li Stenbolê jî tevî şermezarkirina êrîşa vê dawiyê ya Tirkiyê ser Zaxoyêî, ji saziya dadweriyê ya Tirkiyê daxwaza darizandina herî bilez a sebebkarên van êrîşan kir.

 

Serepeyv