Tîrmeh 24, 2022 17:00 Asia/Tehran
  • Balyozê Swêdê yê Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin

Balyozê demkî yê Swêdê yê Enqerê, ji ber xwepêşandana alîgirên PKK'yê li bajarê Gothenburgê yê Swêdê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.

Li gorî rapora Rûdawê ji zarê medya fermî ya Tirkiyê, Wezareta Derve ya wî welatî ji ber xwepêşandana alîgirên PKK'yê ku 21ê Temûza 2022an li bajarê Gothenburgê yê Swêdê kiribûn, bang li Balyozê demkî yê Swêdê yê Enqerê kir û nerazîbûn nîşan da.

Wezareta Derve ya Tirkiyê, derbarê xwepêşanderan de ji balyozê Swêdê daxwaza tedbîrên qanûnî û pêngavên pêwîst kirin, ku di çarçoveya peymana Tirkiye, Swêd û Finlandê de hatibû îmzekirin, di dema endambûna wan welatan bo NATOyê.

Meha borî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de bi amadebûna serkirdeyên her sê welatan li ser proseya endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATOyê memorandûmeke sê alî hatibû îmzekirin.

Li gorî rêkeftina sêalî, Tirkiyê astengiya li ber endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê rakir, Swêd û Fînlandê jî ragihandin ku li hember vê yekê piştgiriya xwe ji PYD û YPGê vekişandine. Herwiha her du welatan biryara rakirina ambargoya çekan a li ser Tirkiyê jî dabûn.
 

Serepeyv