Tîrmeh 24, 2022 16:50 Asia/Tehran
  • Rapirsî: Ji sedî 86ê xelkê Tirkiyê dibêjin aborî nebaş e

Li gor rapisiyeke Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê ji sedî 86ê xelkê Tirkiyê dibêjin, rewşa aborî nebaş e û di nav 27 welatan de Tirkiye yekem welat e ku herî kêm baweriya xelkê bi aboriya welatê wan tê.

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê encamên rapirsiya xwe ya meha Tîrmeha 2022an belav kirin. Di rapirsiyê de li ser rewşa aborî pirs ji welatiyên 27 welatan hatine kirin.

Li gor rapirsiyê ji welatiyên Tirkiyê hatiye pirsîn “Hûn rewşa aborî çawa dinirxînin?” Ji sedî 86ê beşdarvanên rapirsiyê gotine ku ew rewşa aborî nebaş dibînin û tenê ji sedî 14ê welatiyên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku aboriya welatê wan baş e.

Li gor encamên rapirsiyê ji meha Temûzê û şûnde hema bêje ji her 2 kesan kesek ji wê yekê nîgeran e ku hejar bibe. Di rapirsiyê de ji welatiyên 27 welatan derbarê pirsgirêkên herî sereke yên li welatên wan de pirs hatine kirin.

Derbarê hejarî û newekheviya civakî de li Tirkiyê asta nîgeraniyê di mehek dawî de 7 xal zêde bûye û bûye ji sedî 47, bi vê yekê jî Tirkiye di nav 27 welatan de yekem welat e ku herî zêde xelkê wê ji hejarî û newekheviya civakî nîgeran e. Ew rêje di nav wan 27 welatan de bi awaweyek navendî ji sedî 33.

Li gor rapirsiyê di nav welatiyên 27 welatan de bi rêjeya ji sedî 27 herî kêm baweriya xelkê Tirkiyê bi aboriya welatê wan tê û her meh baweriya wan a li beramber aboriyê kêm dibe. Ev di demekê de ye ew rêje li Polonya ji sedî 38.5, li Arjantîn ji sedî 36.3 û li Macarîstanê ji sedî 34.7 e.  Ev ew welat in ku di nav wan 27 welatên beşdarî rapirsiyê bûne herî kêm baweriya xelkê wan bi aboriya wan tê û Tirkiye di nav wan de jî di rêza dawî de ye.