Tîrmeh 22, 2022 11:07 Asia/Tehran
  •  Hevserokê HDP'yê Divê hikûmeta Tirkiyê were sekinandin

Mîdhat Sencer hevserokê HDP'yê li axiftinekê tevî şermezarkirina komkujiya Zaxoyê ragihand ku partiya wî wê ji bo darizandina sebebkarên vê cinayetê hewl bide.

Sencer ku ji bo beşdariya li civîna parêzgehê ya HDP'yê seredana Izmîrê kirbû, li axiftinekê komkujiya Zaxoyê şermezar kir û got ku ev bûyera komkujiya Roboskiyê tîne bîra mirovan.

Sencer got: Emê têkoşîna xwe ya ji bo aşkerakirina rastiyan û darizandin û cezaya sebebkarên vê cinayetê zêde bikin. Desthilatdarên îro rojê nikarin bibin mertalê sebebkarên vê cinayetê û dosiyeya vê cinayetê jî girêdin.

Sencer herwiha got: Heta ku ev birîn nekewin, em nikarin bigihîjin dabînkirina aramiya civakî li vî welatî. Em hewcedarê siyaseteka nû ne ku dev ji şerrxweziyê berdaye. Em hewcedarê pêkanîna hevalbendiyeka mezin a dijî şêrr in. Rêçareya mesela Kurdan şerr nîne belkî aştî û siyaseta demokratîk e.

Hevserokê HDP'yê bi pêgîriya li ser pêwîstiya guherîna zêhniyeta şerrxweziyê li Tirkiyê, got: Berî her tiştekî divê hikûmetek ku siyasetên herî dilreqane cih tîne, were sekinandin. Divê em ji bo gihîştina bi rêçareya mesela Kurdan bihêztir bibin. Em li hember înkara pirsa Kurdan, berevaniya siyaseta demokratîk dikin û hêza ku şiyana vî karî jî

 

 

Serepeyv