Daxwaza Erdogan ji Rûsya û Îranê piştî civîna Astanayê
Serokomarê Tirkiyê ji Tehran û Moskowê xwest ku di şerê dijî komên têrorîst li bakurê Sûriyê alîkariya Enqerê bikin.
Şeva borî bi amadebûna serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê “Heftemîn lûtkeya welatên garantorên pêvajoya Astanayê” li Tehranê hat lidarxistin. Yekemîn dewra civîna Astanayê anku civîna aştiyê ya Sûriyê di Çileya 2017an de li Qazaxistanê bi amadebûna Îran, Rûsya û Tirkiyê hat lidarxistin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştî vegera ji Têhranê û "7emîn civîna bilind a welatên garantorê pêvajoya Astanayê" got: Komara Îslamî ya Îranê, Tirkiye û Rûsiya wek sê welatên garantor ên pêvajoya aştiyê ya Astanayê, li bara kirîza Sûriyê de, hin nêrînên cuda hene, lê her sê welatan armancek hevpar heye ku ew jî têkoşîna dijî têrorîsmê ye.
Erdogan îdia kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) herî zêde zirar û pirsgirêkan didin Sûriyê.
Erdogan di vê rûniştinê de diyar kir ku pêvajoya Astanayê tekane platform e ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê gavên pêwîst avêtine û îdia kir ku ji sala 2019an ve Tirkiyê rê nedaye ku hin grûp weke alavekê bên bikaranîn û niha jî li dijî komên terorîst şerê xwe berdewam dike.