Tîrmeh 21, 2022 11:02 Asia/Tehran
  • HDP: Berpirsiyara Komkujiya Zaxoyê ku duyemîn komkujiya Roboskî ye, dewleta Tirk e

HDPê di daxuyaniya xwe ya derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ya li Zaxoyê de got “Berpirsiyarê vê qetlîama ku wê weke duyemîn komkujiya Roboskî bikeve dîrokê, di aliyê siyasî û hiqûqî de desthilata Tirkiyê ye. Ev komkujî di heman demê de tê wateya êrîşa li ser serweriya welatekî din jî.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirk a li navçeya Zaxo ya Duhokê de daxuyaniyek da û tê de ragihand: Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ya li ser gundê Perexê ku yek ji deverên geştyarî yê bajarê Zaxo yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye, welatiyên Ereb û Kurd ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtine 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de yên giran birîndar jî hene dermankirina 20 kesan berdewam e. Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji malbatên wan û gelê me re sersaxî û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Weke ku tê zanîn berê jî li cihên sivîl ên weke Şingal û Mexmûrê bi heman rêbazan sivîl hatin qetilkirin. Herî dawî di êrîşa 26ê Gulanê ya li Bamernê de 2 jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî rapora ku ji aliyê Ofîsa CPT ya Kurdistana Iraqê ve hatiye amadekirin, ji sala 2015an û vir ve di serê de Mexmûr û Şingal li dijî gelek bajarên herêmê di êrişên ku desthilata AKPê pêk aniyê de zarok û jin jî di nav de herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Bombebarankirina cihên sivîlan sûcê li dijî mirovahiyê û şer e. Tirkiye jî peymanên navneteweyî ye ku vê yekê qedexe dike îmze kirine.

Serepeyv