Recep Tayyip Erdogan dê serdana Tehranê bike
Recep Tayyip Erdogan serokomarê Tirkiyê li ser vexwendina Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reyîsî, bi mebesta serdanên fermî û beşdariya 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê dê 18-19ê temûzê serdana Tehrana paytexta Îranê bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di çarçoveya serdana fermî de dê 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê 19ê Tîrmehê dê bi serokatiya Erdogan û Reyîsî bê lidarxistin.
Di heman rojê de li Tehranê bi mazûmvaniya Serokomarê Îranê Reyîsî, bi beşdariya Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê 7emîn Cîvîna Lûtkeya Sêyanî ya bi formata Astaneyê bê lidarxistin û Erdogan jî dê beşdariyê tê de bike.
Erdogan dê bi wesîleya lûtkeyê, digel Pûtîn jî dê cîvîneke dualî lidar bixe.