Endamên nû yên Konseya Navendî ya Biryarder a HDPyê hatin bijartin
Endamên nû yên Konseya Navendî ya Biryarder a HDPyê di civîna vê partiyê li Enqereyê hatin bijartin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yekem civîna partiya xwe piştî kongreya pêncem a mezin a asayî li avahiya xwe ya duyem li Balgata Enqereyê li dar xist. Di vê civînê da ku beşa wê ya sereke li paş deriyên girtî û bêyî beşdariya nûçegihanan pêk hat da, endamên nû yên Konseya Navendî ya Biryarder a HDPyê (MYK) hatin bijartin.
Li gorî ragihandina malpera fermî ya partiyê, endamên Konseya Navendî ya Biryarder a HDPyê ji bo dora pêncem ev kes in, “Cihan Aydın, Dersim Dağ, Naci Sönmez, Ömer Öcalan, Doğan Erbaş, Özlem Gündüz, Ebru Günay, Pero Dundar, Elif Bulut, Rıdvan Turan, Emirali Türkmen, Samet Mengüç, Feleknas Uca, Serhat Eren, Gülistan Kılıç Koçyiğit, Sultan Özcan, Hatice Akdağ, Şaziye Köse, Hişyar Özsoy, Tayip Temel, İdil Uğurlu, Tülay Hatimoğulları, Mahfuz Güleryüz, Tuncer Bakırhan, Mehmet Rüştü Tiryaki, Turgut Öker, Murat Çepni, Turkut Çatar û Musa Piroğlu.”
Biryar e ku erk û berpirsyariyên van kesan di civîna roja Duşemê da bên diyarkirin.