Tîrmeh 17, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Erdogan û Macronê Serokomarê Fransayê bi têlefonê axivîn

Serokomar Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ra axivî.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê di axaftinê da têkiliyên Tirkiye-Fransayê û mijarên herêmî hatin guftûgokirin.

Erdogan di axaftinê da got ku di mijara SAMP-Tê da hêviya wan ew e ku di çarçoveya prensîba "eşkeretiya tam" da pergaleke hevpar a ku hevkariya herî zêde dihewîne pêş bixin û temînkirina destpêkirina projeya tedarikê ye.

Erdogan di axaftinê da behs kir ku pêvajoya der barê îxrackirina zadê Ukraynê dê ji Navenda Kordînasyonê ya ku dê li Stenbolê bê avakirin û ji rayedarên Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û NYyê pêk bê, were îdarekirin û diyar kir ku plana ji bo îxrackirina zadê Ukraynê dê bi lez tetbîq bikin û ewlehiya xurekê ya cîhanî da rehetbûnekî temîn bikin.

 

Serepeyv