Tîrmeh 16, 2022 17:11 Asia/Tehran
  • Erdogîn bi boneya salvegera derba 15ê Tîrmehê peyamek da

Serokomarê Tirkîyê di peyamekê da bi boneya salvegera şeşan a derbeya serneketî ya leşkerî li vî welatî, işkesta vê derbê nîşana pêragihîştina dêmokirasîyê li welatê xwe zanî.

Di halekî da ku gellek çavdêr ser vê bawerê ne ku Serokomarê Tirkîyê piştî derbeya 15ê Tîrmehê tepeserkirina neyarên xwe bi awayekî bêmînak giran û dijwar kirîye û nika bi dehan hezar neyarên wî di zîndanan da ne, Receb Teyîb Erdogan di salvegera vê derbê da got ku di van salana da Tirkêyê pêngavên pêwîst jibo pûçkirina gefên bi vî rengî rakirine.

Erdogîn herwiha got: Me himberî hêzên ku ne tenê Feto belkî komên din ên têrorîst dijî Tirkîyê azad kirin, bersiv da. Erdogîn idia kir ku roja 15ê Tîrmehê veguherîye ``roja dêmokirasî û yekitîya netewî`` li Tirkîyê.

Gellek çavdêr û rexneker dibêjin ku piştî derbeya 15ê Tîrmehê, Tirkîye veguherîye zîndanekê jibo neyarên Erdogîn û wî hemî rexneker bi heceta têkilîya bi wê derbeyê ra xistine zîndanan.