Tîrmeh 15, 2022 09:15 Asia/Tehran
  • Aysel Tugluk tevî nexweşîyê di zîndanê da hat ragirtin

Parêzerên Aysel Tugluk sîyasetvaan girtî ya kurd di daxûyanîyekê da nerazîbûna xwe himberî dewama girtina wê ligorî biryara Sazîya Pizişkîya Dadê ya Tirkîyê nîşan dan.

Rewşa tenduristîya Aysel Tugluk sîyasetvaan kurd û parlimantera berê ya HDP her ku diçe girantir dibe, lê Sazîya Pizişkîya Dadê ya Tirkîyê ragihand ku ew dikare zindanê tamul bike. 

Parêzerên Tuglukê di daxûyanîyekê da himberî vê rewşê bertek nîşan dan û ragihandin ku nexweşîya xatûn Tuglukê ku heyamek e di zîndana Kandirayê da ye, gellekî giran e. Ne tenê endamên malbata wê û parêzerên wê belkî personelên zîndanê jî bi aşkirayî vê rewşê dibînin.

Parêzerên Tuglukê ragihandin ku rewşa tenduristîya wê huqasî giran e ku ew idî nikare bêyî alîkarîya kesên din bijî û nikare di zîndanê da bimîne.