Agir bi daristanên Îzmîra Tirkiyê ket
Li navçeya Çeşme ya ser bi bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê agir bi daristanan ket û têkildarî bûyerê 7 kes hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan îro 13ê Temûza 2022an li taxa Alaçati ya girêdayî navçeya Çeşme ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê yên Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Îzmîrê bo cihê bûyerê hatin şandin û bi 4 firoke, 6 helîkopter, 6dozer û 30 wesayetên agir vemirandinê hewla kontrolkirina agir didin.
Ji ber agir beşek ji rêya sereke ya Îzmîr-Çeşmeyê bo çûnûhatina otomobîlan hatiye girtin.
Hatiye ragihandin ku têkildarî bûyerê 7 kes bi hinceta ku bûne sedema derketina wî agirê li daristanên navçeyê hatine destserkirin.
Ji destpêka Îsal ve agir bi beşeke daristanên bajarên Antalya, Çanakkale, Mugla û Îzmîrê yên Tirkiye ketiye û di encamê de 4 hezar û 567 hektar zevî daristan şewitîne û 44 kes jî birîndar bûne.
Sala derbasbûyî jî li 53 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê agir bi 299 daristanan ketibû û 178 hezar hektar daristan şewitîbûn. Her wiha di wan agiran de jî 8 kesan canê xwe ji dest dabûn û hezar û 510 kes jî birîndar bûbûn.