Tîrmeh 13, 2022 16:18 Asia/Tehran
  • Salvegera 93yê ya Komkujîya Gelîyê Zîlan`ê

Îro 92 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas dibin ku di rojên 12-13ê Temûza 1930an de ji alyê artêşa Tirkiyê ve hat kirin.

 

Sala 1930an, di Komkujiya Geliyê Zîlan de ku di belgenameyên Komara Tirkiyê de wek “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin. Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.

Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin. Lê şahidhalên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.

Bi Qanûna Îskanê a 5ê Gulana sala 1932an, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan. Piraniya kesên hatin mişextîkirin di zindanan de canê xwe ji dest dan. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin.

Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê. Di sala 1980an de jî bi biryara Kenan Evren (7emîn Serokkomarê Tirkiyê), Kirgizên hawirde li gundên Geliyê Zîlan hatin bicîhkirin.