Tirkiyê hejmareke penaberên Sûriyê bi zorê vegerandin welatê wan
Hejmareke penaberên Sûrî ji Tirkiyê bi rêya deriyê Bab El-Selame bo Sûriyê hatin vegerandin. Penaberên Sûrî dibêjin qaşo vegera wan li ser daxwaza wan bû, lê wan îmze nekir, berpirsan li şûna wan imze kirin û ew şandin Sûriyê.
Hejmareke penaberên Sûrî di dema bêhnvedana Cejna Qurbanê de ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve bi zorê bi rêya Deriyê Bab El-Selame ser sînorê parêzgeha Helebê bo Sûriye hatine vegerandin.
Piraniya penaberên Sûrî yên ku hatine vegerandin, ev neh salin li Tirkiyê ne, li wî welatî xwedî kar û mal in, hinek jî xwendekar in. Bi gotina wan 15 demjmêran di minîbusan de bê av û xwarin mane heta gehiştina Deriyê Bab el-Selame.Hemû ev koçberên Sûrî ku ji aliyê asayîşa Tirkiye ve hatine deportkirin hilgirin nasnaemya Tirkî ne. Hemû jî dibêjin wan ti xirabî nekirine û bê agahdarî hatine deportkirin.
Niha li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiye zêdeyî 3 milyon û 700 hezar koçberên Sûrî li wî welatî dimînin, nêzîkî 170 hezarî jî ji wan nasnameya Tirkiyê wergirtine. Niha pirasa van koçberan bûye mijara milmilane û hevrikiyeke dijwar di navbera AKPya desthiltadar û partiyên opozisdyonê de.