Tîrmeh 11, 2022 16:47 Asia/Tehran
  •   Li Meletiya Tirkiyê berhevkirina qeysiyan dest pê kiriye

Ligel ku Cejna Qurbanê ye, karkerên demsalî ji malên xwe dûr dest bi berhevkirina qeysiyan kirin. Li Meletiyê jî berhevkirina qeysiyan destpê kiriye.

Li parêzgeha Meletî ya Tirkiyê karkerên demsalî ên ku ji parêzgehên wek Riha, Semsûr û Amedê bo kar serdana vê derê kirine, dest bi berhevkirina qeysiyên Meletiyê kirin.

Karkerên demsalî dê nêzîkî 2 mehan karê xwe li baxçeyên Meletiyê bidomînin.

Zehraya 23 salî ku derçûya zanîngehê ye ji ber nehatiye damezrandin ji neçarî ligel malbata xwe hatiye kar bike.

Zehra Izcî, karkera demsalî dibêje, “Ez ji Sêwregê hatim, ji ber navçeye zêde kar lê nîne eger hebe jî kêm e. Ji ber wê jî em tên cihê dûr kar dikin. Emê ji vê derê jî biçin berhevkirina findeqan.”

Karkerên demsalî ligel ku di vê mehê de germahî 35 pileyan derbas dike jî rojane ji demjimêr 5ê sibehê heta êvarî qeysiyan diweşînin, berhev dikin û radixînin.

Halil Çiftçî, yek ji karkerên demsalî li Meletiyê dibêje, “Ev du sal in em têne vê derê kar dikin, qeysiyan diweşînin, kom dikin û dixin selikan.”

Li parêzgeha Meletiyê 9 milyon darên qeysiyan hene ku zêdetir ji nivê darên qeysiyên li Tirkiyê pêk tîne. Li seranserê Tirkiyê 17 milyon darên qeysiyê hene.

Her sal ji ber kêmbûna karkeran ji parêzgehên derdorê karkerên demsalî tên vê derê û rojane li gor diyarkirina Odeya Çandiniyê ya Meletiyê 216 lîreyê tirkî werdigrin ku dike nêzîkî 13 dolaran.
 

Serepeyv