Tîrmeh 10, 2022 09:54 Asia/Tehran
  •  Kampanyaya ji bo damezrandina mamosteyên Kurdî li Tirkiyê mezin dibe

Nerazîbûna li hemberî damezrandina tenê 3 mamsoteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ve mezin dibe. Kampanyaya ku li ser Twitterê bi hashtaga Kurdceye200EkAtama hat destpêkirin bû TT. Gelek rêxistin, partî û kesayetên naskirî piştgirî dan kampanyayê.

Berî çend rojan Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ragihandibû ku dê 20 hezar mamosteyên nû bên wergirtin û ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatine diyarkirin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, bo ziman û edebiyata Erebî 175, bo Îngilîzî 1004 û bo Almanî 1 mamoste kontenjan diyar kirine. Lê ji 20 hezar kontenjanan, ji bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Kurdistana Tirkiyê zimanê yekem û zimanê resen ê xelkê ye, tenê 3 kontenjan diyar kirine. Ji wan 3 kontenjanan jî, 2 ji bo zaraveya Kurmancî û yek jî bo zaraveya Dimilkî anku Zazakî ye.

Rêxistin, partî û kesayetên naskirî nerazîbûn li hemberî  vê yekê nîşan dan.

Kampanyaya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) li ser medyaya civakî bi hashtaga #Kurdceye200EkAtama hatî destpêkirin di demeke kurt de rastî eleqeyek mezin hat û bû TT.

Hez Kurd, Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurd, Platforma Mamosteyên Kurd, HAK-PAR, gelek rojnamevan, dîroknas û siyasetmedar piştgirî dan kampanyayê.

 

Serepeyv