Tîrmeh 09, 2022 23:33 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bi binpêkirina qanûnan çû gundekî Kobanê ya Sûriyê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bi awayekî neqanûnî ji sînorê Sûriyê derbas bû û serdana gora Şah Suleyman kir ku li gundê dagirkirî yê Aşmê yê girêdayî bajarê Kobanî yê bakurê Sûriyê ye.

Ajansa Fermî ya Tirkiye ragihandiye ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusî Akar duh 8ê Tîrmeha 2022ê ligel hejmarek fermanderên artêşa welatê xwe serdana parêzgeha Dîlokê ya Kurdistana Tirkiyê kirine.

Li gor ajansa navborî Akar li wir çûye binkeyên leşkerî yên  sînorî yên wê parêzgehê yên ligel deverên kurdî yên Sûriyê hevsînor e û li wir zanyarî ji fermandaran wergirtine.

Herwiha hatiye gotin ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye piştre jî serdana Gora Şah Suleyman kiriye ku li gundê sînorî yê Aşmê yê girêdayî bajarê Kobanî ye ku dikeve beramber parêzgeha Rihayê ya Kurdistana Tirkiyê.

Serepeyv