Tîrmeh 09, 2022 21:46 Asia/Tehran
  • Rêjîma Sîyonîst û Tirkîyê rêketinameyek di warê tranzît û veguhestinê da wajo kirine

Wezareta Tranzît û Binesazîyan a Tirkîyê piştrast kir ku vê wezaretxanê û Rêjîma Sîyonîst rêkevtinameyek di warê tranzîta hewayî da wajo kirine.

Berovajî bêdengîya çavkanîyên haydar li Tirkiyê, mêdyayên îsraîlî berî vîya nûçeya wajokirina vê rêkevtinamê ragihandibûn. Tirkiyê di mehên vê dawîyê da demajoya xwenêzîkirina li Rêjîma Sîyonîst lezandîye û hevgavê vê yekê wek berê xwe berevanê doza gelê mezlûm ê Filistînê dide nasandin.

Wezareta Tranzît û Binesazîyan a Tirkîyê di daxûyanîyekê da ragihand: her du alîyan duşema buhurî li Stenbolê derbarê mijara tranzîta hewayî ya sivîl di navbera Enqere û Telavîvê da muzakire kirine û roja pêncşem 7ê Tîrmehê jî têgiheştinama hevkarîya di warê tranzîta hewayî da bi rêya vîdyokonfiransê hatîye wajokirin.

Serepeyv