Tîrmeh 09, 2022 21:21 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê hevdîtinên Şaredarê Stenbolê bisînor kirin

Li Tirkiyê hevdîtinên şaredarê Stenbolê bi dîplomatên biyanî re hat bisînorkirinê û ew dê bi mohleta Wezareta Derve ya Tirkiyê bên kirin.

Li gor nivîsa parêzgariyan şaredar, hem ji bo hevdîtina rû bi rû û hem jî bo peywendiyên telefonî divê pêşwext ji Wezareta Derve ya Tirkiyê mohletê werbigrin.

Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) nerazîbûn dijî biryarê nîşan da û got; “ev biryar ji bo rêgirîkirina hevdîtinên şaredarên CHPê hatiye wergirtin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Seyît Torun got: “Nivîsa ku ji aliyê Parêzgariya Stenbolê ve bo Şaredariya Stenbolê hatiye şandin, li tevahiya welêt ji aliyê hemû parêzgehan ve bo şaredariyên me hatiye şandin. Şaredarên me ne fermanberên Koşkê ne. Nûnerên xelkê ne ku hatine hilbijartin û ji bo berjewendiya xelkê azad in ku bi her kesekî re hevdîtinan bikin. Şaredarên me li hember eqliyeta zextê serî natewînin.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ev hewldan tenê rizîbûna îdareya navendî nîşan dide, wekî din ti wateyeke wê nîne.”

Serepeyv