Tîrmeh 09, 2022 13:35 Asia/Tehran
  • Lewazbûna hestên neteweperestî li Tirkiyê

Rapirsîneke ku li Tirkiyê hatiye kirin, kêmbûna baweriyên neteweperestî yên xelkê vî welatî nîşan dide.

Tirkiye bi krîzeke aborî ya nedîtî re rû bi rû ye. Piştî aloziya aborî ya li Tirkiyê hejmareke zêde ji karzan û pisporên Tirkiyê, bi taybetî pizîşk, ji welatê xwe koçber bûne.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa nûçeyan a Tasnim`ê, li gorî encamên rapirsiya ku saziya lêkolînê ya PANORAMATR`ê li Tirkiyê di navbera 30`ê Adara heya 3`ê Nîsana 2022`an de li vî welatî pêk aniye, neteweperestî ji sedî 25`ê civakê re weke mesela sereke tê dîtin.

Piraniya xelkê Tirkiyê pêhesyane ku nijada wan ne tirkî ye belkî ji dema serdestiya Osmaniyan hêdî hêdî gelên ku li vê erdnîgariyê dijiyan asîmîle bûne û zimanê xwe yê sereke winda kirine û zimanê Tirkî cihê wê girtiye.

77% ji beşdarên vê rapirsiyê diyar kirin ku ew welatparêziyê ji neteweperestiyê tercîh dikin.

Li gorî pêşbîniyên saziyên rapirsiyê, rewşa krîtîk a aborî ya Tirkiyê û nekarîna hikûmetê ji bo kêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan, di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de partiya desthilatdar a AKPê dê rûbirûyê pirsgirêkên cidî bibe.

Serepeyv