Tîrmeh 08, 2022 16:56 Asia/Tehran
  • Jiyana dijwar a xelkê Tirkiyê ji ber enflasyona zêde

Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê her diçe bilind dibe û di 24 salên borî da gehiştiye asta herî bilind.

Beşek ji niştecihên Stenbolê ku bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye dibêjin, bilindbûna rêjeya enflasyonê bandor li rewşa wan a derûnî kiriye û kalîteya jiyana wan daxistiye.

Nişteciha Stenbolê Sedef got: “Bêguman bandor li jiyana min kiriye, di dema kirîna tiştekî da çar-pênc caran difikirim. Di dema danîna planekê da hest dikim ku min azadî ji dest daye, ji ber pêştir, min dikarî her çi bixwazim bikim û herim her cihekî. Niha dema plana van tiştan dikim, heta demeke zêde difikirim û berdewam di gotûbêjê da me, ka gelo çi bikim an nekim, vê rewşê bandor li derûniya min jî kiriye.”

Bilindbûna berdewam a nirxan, bandor li tevgera bazarê kiriye û hêza kirînê ya xelkê lawaz kiriye û derencam sifreya malan biçûktir kiriye.

Firoşkar Emircan jî got: “Bandoreke zêde li karê min kiriye, îsal nikarim %20 an %10ê wan berhemên ku sala borî min difirotin bifroşim. Sedem jî bilindbûna nirxan e. Bilindbûna bihayê petrolê, bandore li lêçûn û karên me dike.”

Li Tirkiyê dolarekî Amerîkî bi zêdeyî 17 lîreyên Tirkî danûstandin pê tê kirin. Ji destdana bihayê lîre û nearamiya li beramber diravên biyanî, beşeke zêde ya xelkê nîgeran kiriye.

Niştecihê Stenbolê Zeyneb jî dibêje: “Hest bi asêmayîbûn û bêhêvîtiyê dikim, ji ber ne piştî salek an şeş mehên din, lê em nizanin sibe çi diqewime, rojane bihayê hemû tiştekî tê guhertin û xirabtir dibe. Em li beramber jiyanê bê hêvî ne, derencam em ne dilxweş in.”

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê, rêjeya enflasyonê bo %78.62 bilind bûye, lê li gor rapora Grûpa Lêkolînan a Enflasyonê (ENAG), rêjeya enflasyonê %175.55 e. Ji sala 1998an va yekem car e li Tirkiyê asta enflasyonê hewqasî bilind bibe.

 

Serepeyv