Tîrmeh 06, 2022 21:13 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê gundekî herêma Amêdiyê bombebaran kir

Çavkaniyên nûşeyan yên kurdî ragihand ku balafirên şer yên dewleta Tirkiyê herêma Pîkeseryan ya li Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Derbarê ziyanên canî û maddî yên vê êrişa hewayî ya artêşa dagirker a Tirkiyê de heya niha ti agahî nehatine bidestxistin. Tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser Herêma Kurdistanê û devera Mexmûra parêzgeha Mûsila Iraqê dewam dike.

Herwiha li gorî van çavkaniyan, Ji duh piştî êrişa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyê ya dagirke li ser vê wargehê digerin.

Hêjayî gotinê ye balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê duh di saet 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li malekê da. Di encama êrişê de çend kesên di nav malê de birîndar bûn.

Serepeyv