Tîrmeh 06, 2022 19:20 Asia/Tehran
  • Yewnanistanê li Parlemana Ewropayê dozek dijî Tirkîyê vekir

Serokwezîrê Yewnanistanê li Parlemana Ewropayê dozek dijî Tirkîyê vekir û xwest ku ev welata di warê çekan da were boykotkirin.

Kariyakos Mîçotakîs (Kyriakos Mitsotakis) amajeyî alûgurên li deryaya Egeyê û rojhilata deryaya Spî kir û got: Yewnanistan rê nade ti welatekî ku mafê serwerîya netewî û yekperçetîya axa wê bixe ber metirsiyê.

Serokwezîrê Yewnanistanê idiayên têkildarî serederîya xirab li hemberî penaxwazan û paşdazivirandina wan ji sînorên vî welatî ku pêrgî berteka tund a Parlemana Ewropayê bûbû jî ret kirin û got ku penaxwaz bi haydariya Tirkîyê bo deryaya Egeyê hatine şandin.

Mîçotakîs mijara boykotkirina Tirkîyê di warê çekan da hilêxist û amajeyî vê yekê kir ku her welatekî ewropî mafê firotina çekan heye û dîyar kir: Em nika bi Tirkiyeyekê ra rûbirû ne ku dixwaze tevlî YE bibe û vî welatî bi aşkerayî mafê serwerîya welatekî din ê endamê vê yekitîyê xistîye bin metirsiyan, lewma welatên ewropî derbara firotina çekan de bo welatekî din divê hestyariya pêwîst nîşan bidin.

Serepeyv