Tîrmeh 06, 2022 17:08 Asia/Tehran
  • Li bajarê Aydinê yê Tirkiyê 28 koçber hatin desteserkirin

Li sînorê navçeya Kuşadasî ya ser bi parêzgeha Aydinê ya Tirkiyê ve, li nav Derya Egeyê 28 koçber hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravan a Aydinê ragihand ku li sînorê navçeya Kuşadasî li nav Derya Egeyê di nav belemeke plastîk de 28 koçber hatine dîtin.

Li gor daxuyaniyê, koçberên di nav wê belema plastîk de ji aliyê tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan ve ji nav deryayê hatin derxistin.

Herwiha hatiye ragihandin ku ew 28 koçber piştî wergirtina îfadeyên wan bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê hatin radestkirin.

Duh jî li sînorê navçeya Kuşadasî ya Aydinê 24 koçber hatibûn desteserkirin.

Serepeyv