Tîrmeh 06, 2022 15:16 Asia/Tehran
  • Dîsa nirxê Lîreyê Tirkî kêm bû

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî berdewam e û dolarek gehişte 17,16 lîreyan.

Dolarê Amerîkî, piştî biryara sînordarkirina krediyên bazirganiyê ji aliyê Lijneya Sererastkirin û Kontrolkirina Bankeyan (BDDK) ve ku 24ê Hezîranê eşkere kiribû duh 5ê Temûzê (Tîrmehê) careke din sînorê 17 lîreyên Tirkî derbas kiribû.

Îro 6ê Temûza 2022an nirxê lîreyê Tirkî zêdetir daket û dolarekî Amerîkî gehişte 17,16 lîreyan û Euro jî gehişte 17,61 lîreyan.

Herî dawî dema Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan 7ê Hezîranê gotibû “em faîzê bilind nakin û berovajî dadixînin” bandor li nirxê lîreyê Tirkî kiribû û bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî zêdetir daketibû.

Roja 8ê Hezîranê li bazarê dolarekî Amerîkî 17 lîreyên Tirkî derbas kiribû û euroyek jî bi 18.19 lîreyên Tirkî dihat firotin.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan kêmtir dibe.

Serepeyv