DFG: Di Hezîran2022an da 16 rojnamevan li Tirkiyê hatin girtin
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) ragihand ku li Tirkiyê di meha Hezîrana borî da 25 rojnamevan ketine ber êrîşê, 35 rojnamevan hatine desteserkirin û 16 ji wan jî hatine girtin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê, rapora xwe ya meha Hezîrana 2022an a binpêkirinên dijî rojnamevanan eşkere kir. Li gor raporê, meha Hezîranê 16 rojnamevan ji aliyê dadgehê va hatine girtin ku hejmara rojnamevanên girtî li Tirkiyê gehiştiye 76 rojnamevanan.
Di raporê da hatiye destnîşankirin ku 35 rojnamevan ketine ber êrîşê, polîsan bi ser malên 25 rojnamevanan da girtine, 35 rojnamevan hatine desteserkirin, tevgera xirab li hember 49 rojnamevanan hatiye kirin.
Li gor raporê:
16 Rojnamevan hatine cezakirin
25 Rûbirûyê êrîşê bûne
25 Polîsan bi ser malên wan da girtine
49 Rastî tevgera xirab hatine
35 Di dema şopandina nûçeyan da hatine astengkirin
27 Ketine ber lêpirsînê
5 Doz li wan hatine vekirin
156 Darizandina wan berdewam e
76 Girtî ne
4 Biryara qedexeya weşanê
12 Nûçe hatine astengkirin