Nexweşiya Xuriya Meymûnan gihîşt Tirkiyê
Hezîran 30, 2022 13:00 Asia/Tehran
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand, yekem haleta pêketina bi Xuriya Meymûnan li wî welatî hatiye dîtin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li tweetekê de aşkere kir, yekem haleta pêketina bi Xuriya Meymûnan li Tirkiyê hat tomarkirin.
Wî her wiha diyar kir ku ew kesê bi wê nexweşiyê ketiye, 37 salî ye û niha ew hatiye qerentînekirin.
Xuriya Meymûnan “Monkeypox” nexweşiyek viral a ajalan e, bi giranî li herêmên daristanên tropîkal ên Afrîqaya Navîn û rojavayê Afrîqayê çêdibe û carinan li herêmên din jî tê dîtin.
Xuriya Meymûnan bi riya têkiliya nêzîk a bi mirov yan jî ajalekî vegirtî yan jî ji madeyên ku bi vîrusê bûne ji bo mirovan tê veguhestin.