Hezîran 30, 2022 11:23 Asia/Tehran
  • Biden û Erdogan di çarçoveya Lûtkeya NATOyê li Madrîda Spanyayê de civiyan

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya ku li Madrîda paytexta Spanyayê tê li darxistin de civiyan. Li gor daxuyaniya Koşka Spî di vê hevdîtinê de "girîngiya aramiya li Sûriyê" hatiye gotûbêjkirin.

Hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden ku di saet 18.55an ser wextê herêmî de dest pê kir nêzî saetekê dewam kir.

Erdogan di destpêka hevdîtina xwe ya bi Biden re ya li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê axivî û diyar kir ku ew kêfxweş e, piştî navbereke dirêj careke din hevdîtinekê dikin.

Erdogan destnîşan kir ku Lûtkeya NATOyê ji aliyê rojeva xwe ve lûtkeyeke pir bi hêz e û got, “Ez bawer dikim ku bi xebatên xwe yên ku dê sibê di lûtkeyê da bidomin, derfeta me heye ku em destijî vegerin welatên xwe. Gavên ku ji bo xurtkirina NATOyê dê bên avêtin, bi taybetî di pêvajoya Rûsya û Ukraynayê de dê tevkariyeke taybet bike.”

Erdogan diyar kir ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê di warê genim û mazotê de tiştên neyînî rû didin û got, “Em di nava hewldanan de ne ku di vî warî de bi polîtîkaya hevsengiyê pêvajoyê çareser bikin. Hêviya me ew e ku em bi vê polîtîkaya hevsengiyê encaman bi dest bixin. Em di demeke kurt de bi rêya korîdorekê, derfetê bidin welatên ku niha kêmasiya dexlûdan dikşînin.”

Koşka Spî jî derbarê vê hevdîtinê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku her du aliyan li ser girîngiya parastina aramiyê, li Deryaya Ege û Sûriyê axivîn û Biden xwest ku têkiliyên dualî yên avaker werin parastin.

Her wiha hat ragihandin ku Biden kêfxweşiya xwe ji bo peymana sê alî ya ku di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandê de hatiye îmzekirin û rê li ber endamtiya NATOyê vekiriye ji bo welatên bakur nîşan da.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo parastina "Ukrayna li dijî êrîşên Rûsyayê" dubare kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê MITê Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bûn.

Serepeyv