Hezîran 29, 2022 10:20 Asia/Tehran
  • Riha ji aliyê Rêxistina Hevkariya Îslamî va wek bajarê tûrîzmê yê 2023an hat hilbijartin

Riha di Konferansa Wezîrên tûrîzmê ya 11emîn a Rêxistina Hevkariya Îslamî da wek "bajarê tûrîzmê yê 2023an" hat hilbijartin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gorî daxuyaniya Wezareta Çand û tûrîzmê ya Tirkiyê, Konferansa Wezîrên tûrîzmê ya 11emîn a Rêxistina Hevkariya Îslamî li Bakûya paytexta Komara Azerbeycanê  hat lidarxistin.

Alîkara Wezîrê Çand û tûrîzmê yê Tirkiyê Ozgul Ozkan Yavuzê wek nûnerê Tirkiyeyê beşdarî civînê bû û her wisa di civînê da Riha (Şanlî Ûrfa) bû bajarê tûrîzmê yê 2023an.

Bajarê Hîwayê yê Uzbekistanê jî wekî bajarê tûrîzmê yê sala 2024an hat hilbijartin.

Serepeyv