Hezîran 27, 2022 13:19 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirk li Colemêrgê 20 sivîl îşkence kirin û bi xwe re birin herêma operasyonê

Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) ragihand ku li navçeya Geverê 20 kesên sivîl hatine desteserkirin û piştî îşkence li wan hatiye kirin bo herêma operasyonê hatine birin.

Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) 26ê Hezirana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û dê girêdayî proseyê raya giştî agahdar bikin. Herwiha dibêje : “Îro endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) bo 20 kesên hatine desteserkirin çûne qereqola cendermeyan a navçeya Geverê lê li wan dane û bo parêzeran jî ti agahî nehatiye dayîn. Ev jî nîşan dide ku dixwazin ser bûyerê bigrin. Em vê kiryara dijî mirovatiyê şermezar dikin.”

Li gor çavkaniyên nûçeyan jî li herêma Astenga Reş ku gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo li xwe digre oprasyona artêşa Tirkiyê berdewam e û leşkeran bi wesayîtên zirxpoş bi ser gundan de girtine û zarokên ku temenê wan di navbera 11 û 14an de jî di nav de hejmarek xelkê sivîl îşkence kirine û herî kêm nêzîka 20 kesan desteser kirine û bo herêma operasyonê birine.

Serepeyv