Hezîran 27, 2022 08:24 Asia/Tehran
  • Tirkiyê careke din gefa pêkanîna operasiyona leşkerî li bakûrê Sûriyê xwar

Berdevkê Saziya serokkomartiya Tirkiyê careke din gef xwar ku Enqere amadeyî operasiyona nû ya leşkerî li bakûrê Sûriyê ye û her demekê îmkan heye ku ev operasiyon dest pê bike.

Îbrahîm Kalîn, Berdevkê Saziya serokkomartiya Tirkiyê got: Me pêştir operasiyon li bakûrê Sûriyê pêk anî, di wê demê da jî em ji bo pêkneanîna wê di bin zextê da bûn; Lê me ew operaasiyon ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî pêk anî.

Berdevkê Saziya serokkomartiya Tirkiyê her wiha got: Erdoxan bi aşkiratî gotiye ku ev operasiyon her demê dibe ku dest pê bike û em ji bo wê amade ne.

Serokkomarê Tirkiyê beriya vêya gotibû ku artêşa vî welatî ji bo têkoşîna dijî tiştê ku wî wek terorîsm dabû zanîn, dê li sser sînorên welatê xwe operasiyona leşkerî pêk bîne.

Tirkiyê di salên dawî da bi behaneya têkoşîna dijî terorîsmê û parastina ewlehiya sînorên xwe di pratîkê da hin beşên berfireh ji axa Sûriye û Iraqê dagir kirine; Kiryara ku karzan wê wek nîşaneya hewildana Erdoxan ji bo girêdana axa van welatan li Tirkiyê dizanin.

 

Serepeyv