Hezîran 26, 2022 08:08 Asia/Tehran
  •  Erdoxan bi Serokwezîrê Swêdê Andersson ra bi têlefonê axivî

Serokomarê Tirkiyê Erdoxan bi Serokwezîrê Swêdê Magdalena Andersson ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di axaftinê da Erdoxan û Andersson li ser daxwaza endamtiya NATOyê ya Swêdê sekinîn.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Serokomarê Tirkiyê Erdoxan destnîşan kir, ew li bendê ne ku ambargoya çekan û tengavkirinên qanûnî û pratîk ên ji bo sanayiya parastinê werin rakirin, ew dixwazin di hemû mijaran da soz bên dayîn û gavên berbiçav bên avêtin.