Hezîran 25, 2022 23:56 Asia/Tehran
  • Dibe ku HDP berendamê xwe ji bo hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê bide nasandin

Rêberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê li ser diyarkirina berendamê vê partiyê ji bo hilbijartina bê ya serokkomartiyê gotûbêj dikin.

Di halekî da ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) van rojan bi giranî xwe ji bo lidarxistina kongera xwe ya mezin li Enqereyê amade dike, rêberên sereke yên vê partiyê qala şêwirînên xwe ji bo diyarkirina berendamê îhtimalî yê vê partiyê ji bo hilbijartina tê ya serokkomartiyê dikin.

Medhet Sencer, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku pêştir qala meyla partiya xwe ji bo diyarkirina berendamê hevpar di gel opozîsiyonê di rewşa hevrêbûna opozîssiyonê kiribûn, ragihand ku di civînên dawiyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hin gotûbêj li ser diyarkirina berendamê dewsgir ji bo hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê pêk hatine.

Rayedarên payebilind ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêjin, eger berendamê diyarkirî ji aliyê opozîssiyona Tirkiyê hevaheng di gel nirxên HDPyê û alîgirên wê nebe, ev partî ji bo rûbirûbûna di gel Receb Teyib Erdogan û berendamê bê yê serokkomartiyê, dê "Navekî Bihêz" bide nasandin.

Serepeyv