Hezîran 25, 2022 22:42 Asia/Tehran
  • Tawanbariya kuştina Xaşiqçî li Tirkiyê ji ser 6 erebistaniyan hat rakirin

Saziya Dadweriya Tirkiyê 26 welatiyên erebistanî ku bi sûcê hebûna destê wan di kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê siûdî tawanbar in, bêguneh dide zanîn.

Mijdara kuştina Cemal Xaşiqçî di roja 2ê Cotmeha sala 2018an li Konsûlxana Erebistanê li Stenbolê bûbû hokarek ji bo destpêbûna qeyraneke nû di pêwendiyên Enqere û Riyazê da û hikûmeta Tirkiyê û Erdogan piştî vê bûyera hovane bilez ala qaşo piştevaniya ji mafê mirovan rakir û hewil da ku bi zêdekirina zextê li ser desthilatdarên siûdî tawîzan ji Riyazê bistînin.

Hefteya derbasbûyî bi serdana Bin Selman welîehdê Erebisstanê bo Tirkiyê û hevdîtina bi Erdogan re, hat diyarkirin ku hikûmneta Tirkiyê ji helwêstên xwe yên berê di vî warî da paşde vekişiyaye û li gorî gotina hin karzanan hikûmeta Tirkiyê di berdêla wergirtina tawîzan, qebûl kiriye ku vê dosyeyê girêbide.

Durûtiya hikûmeta Tirkiyê derbarê kuştina Xaşiqçî û destpêkirina danûstandina bi desthilatdarên Riyazê re tûşî rexneyên tund ên komên mafên mirovan bû.

Niha medyayên Tirkiyê dibêjin ku saziya dadweriya vî welatî pejirandiye ku 26 kes ji tawanbarê kuştina Xaşiqçî bêguneh bide nasandin û dosyeyê girêbide û radestî Riyazê bike.

Serepeyv