Hezîran 25, 2022 14:26 Asia/Tehran
  • Tirkiye li hemberî biryarên civîna Yekîtiya Ewropayê bertekên tund nîşan dan

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Cihê mixabiniyê ye ku biryarên ku di Civîna Yekîtiya Ewropayê de hatine girtin tê de dîtineke bi neyarî, kor û ne rast li hember Tirkiyê dikeve ber çavan."

Parlemana Ewropayê herî dawî ji bo bidawîkirina pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê ev welat hişyar kir. Ewropiyan her wiha ji Enqerê xwestin ku dev ji "çareseriya du welatan" ji Qibrisê re berde.

Tirkiye îdia dike ku "Yekitiya Ewropayê sepandina Yewnanîstanê ya li ser pirsgirêka Qibrisê û pirsgirêkên herêma girtî ya Maraşê bikar tîne û û diyar dike ku divê YE li gorî rastiyên li giravê ji bo çareseriyek dadmend û mayînde ji bo pirsgirêka Qibrisê gavan bavêje û astengiyan ji holê rake."

Tirkiye tekane welat e di cîhanê de ku li bakurê Qibrisê herêma tirknişîn wek welatekî nas dike û li hemberî vê yekê tu rêxistin û dezgeheke navneteweyî serxwebûna vê herêmê nasnekiriye.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxûyaniyekê ragihand: Hewldana YE`yê ji bo meşrûkirina tezên maksîmalîstî û berevajî qanûnên navneteweyî yên derbarê rojhilatê deyaya Spî û deryaya Egeyê ji aliyê Enqerê ve, nayê qebûlkirin.

Dezgeha dîplomatîk a Tirkiyê li ser biryarên ku di lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê Enqerê de hatine standin jî wiha got: "Ev biryar îsbat dikin ku Yekîtiya Ewropayê careke din nekariye xeleka xerab a di nav Tirkiyê de bişkîne."

Wezareta Derve ya Tirkiyê her wiha biryarên ku di civîna serokên Yekîtiya Ewropayê de li ser Enqerê hatin girtin îdia kir: Ev biryar îspat dikin ku Yekîtiya Ewropayê careke din nekariye xwe ji xeleka neheq a derbarê Tirkiyê de derxîne.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de her wiha hat gotin: “Pêwîst e Yekîtiya Ewropayê sûdên pêvajoya endamtî û hevkariya bi Enqerê re neke qurbanê îdiayên teng, neqanûnî û xwestekên zêdexwazî yên Yunanistan û Qibrisa Romanî, çûnku berjiwendiya giştî ya YE’yê li vê yekê ye ku dest ji vê helwêstê berde.

Serepeyv