Hezîran 25, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Swêd û Fînlanda ji bo ku bibin endamên NATOyê, divê guh bidin daxwaza Tirkiyê

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got, heta ku Swêd û Fînlanda daxwazên Enqerê pêk neynin, di derbarê pêşniyarên NATOyê de ti pêşketin çênabe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Îbrahîm Kalin Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got: Li hemberî tehdîdên ewlehiya hevpar û terorîstan divê di navbera hevpeymanên NATO`yê de yekîtî, hemahengî û hevgirtin hebe.

Kalîn tekez kir ku divê Swêd û Fînlandiya di têkoşîna li dijî terorê de daxwaz û hêviyên Tirkiyê bi cih bînin û di dewamê de got: “Heta ku Swêd û Fînlanda gavên şênber neavêjin, di endamtiya NATO’yê de ti pêşketin çênabe.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan pêştir tekez kiribû ku rêkeftina wî ligel Swêd û Fînlandayê ji bo endambûna NATOyê girêdayî guhdana her du welatan li ser kêşeyên ewlehiyê yên Enqerê ye.

Serepeyv