Hezîran 24, 2022 23:46 Asia/Tehran
  • Li Kocaeliyê 136 koçberên Efxan hatin dersînorkirin

Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 136 koçberên Efxan ku bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyê bûbûn bo Efxanistanê hatin vegerandin.

Li Kocaeliyê 136 koçberên Efxan ku di operasyonên hêzên emnî de hatibûn desteserkirin, bi balafirê bo Efxanistanê hatin şandin.

Hat ragihandin, sibe 25ê Hezîranê jî 136 koçberên Efxan tên dersînorkirin.

Parêzgariya Kocaeliyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew 272 koçberên Efxan bi rêya du geştên Çarter ên firokeyê bo welatê xwe tên vegerandin.

Li Kocaeliyê ji destpêka sala 2022an ve 1 hezar û 717 koçber hatin dersînorkirin.

Herwiha li Tirkiyê bi giştî 45 hezar û 69 koçber hatine dersînorkirin, ku 25 hezar û 576 kes ji wan koçberên Efxan bûne.

Serepeyv